Li Efxanistanê di camîyê de teqîn: 19 kes hatin qetilkirin
Di teqîna ku li rojhilata Efxanistanê di camîyekê pêk hat de19 kes hatin qetilkirin û 34 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li rojhilata Efxanistanê li parêzgeha Hostê di camîya ku wek navenda hilbijartinê dihat bikaranîn de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 19 kes hatin qetilkirin û 34 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polêsên Parêzgaha Hostê Besîr Bîna di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir dema ku însan bo nimêjê li camîyê kom bûbûn teqîn pêk hat.
Tê diyarkirin teqîn ne êrîşa xwekujîyê ye, teqemenîya ku berî niha di camîyê de hatibû bicîkirin hatiye înfîlakkirin.
Hebîb Şah Ensarîyê Wezîrê Tenduristîyê yê Hostê derbarê mijarê de diyar kir di encama teqînê de 19 kes jiyana xwe ji dest dan û 34 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Talîban Zebîullah Mucahîd jî derbarê teqîna ku pêk hat de daxuyanîyek belav kir. Mucahîd di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir teqîn ne karê Talîban e.(ÎLKHA)