• DOLAR 32.585
  • EURO 34.725
  • ALTIN 2526.605
  • ...
HUDA PAR: Ji bilî daxuyanîyên me bila îtîbarî wan xeberên din neyê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin li ser medya û medyaya civakî tê diyarkirin ku HUDA PAR  bi hinek partîyan re hevdîtin kiriye û di encama van hevdîtinan de bi hinekan re îttîfaq  kiriye, ji bilî daxuyanîyên me bila îtîbarî wan xeberên din neyê kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew ji wan partîyên ku dê wek partî bikevin hilbijartinan teleba hevdîtinê kirine  û di vê çarçoveyê de bi AKP, SP, BBP, ÎP û VPê ye ku bersiveke erênî dane teleba wan a hevdîtinê re hevdîtin kirine  û ji ber ku ew 5 partîyên din bersiveke erênî nedane wan ew bi wan re hevdîtin nekirine.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin li ser medya û medyaya civakî tê îddîakirin ku HUDA PAR bi hinek partîyan re hevdîtin kiriye û îttîfaq çêkiriye ku ev îddîa ne rast in û exlebeyê van îddîayan bi niyeteke xirab û nebaş û bi zanebûn tên kirin ku di vê yekê de tu şipheya wan tuneye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir