2 wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar
Li Çinara navçeya Diyarbekirê 2 wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li ser Rêbeja Diyarbekir-Mêrdînê li têketina Çinara Diyarbekirê wesayîta bi plaqeya 21 VF 742 a ku ajokara wê Şîrîn Demîrtaş bû û wesayîta bi plaqeya 34 RG 6089 a ku ajokarê wê Hanefî Okumuş bû li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesên bi navê Şîrîn Demîrtaş, Vedat Demîrtaş, Hanefî Okumuş û Mehmet Emîn Okumuş birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)