Ji ber propagandaya PKKê 5 kes hatin girtin
Li Entabê ji 10 kesên ku tê îddîakirin ji ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirine tev de 5 kes hatin girtin.
Li Entabê li dijî kesên ku tê diyarkirin li ser medyaya civakî propagandaya PKKê kirine berî vê heftîyekê operasyon hatibû lidarxistin û di encama operasyona ku hat lidarxistin de 10 kes hatibûn binçavkirin.
Di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komare ya Entabê ve hatibû destpêkirin de ji 10 kesên ku hatibûn binçavkirin 5 kesên şikdar ji teref mehkemê ve hatin cezakirin û 5 kesên din jî hatin berdan.(ÎLKHA)