• DOLAR 32.584
  • EURO 34.989
  • ALTIN 2428.92
  • ...
Nûçeya ÎLKHAyê dayika Sûrîyeyî kêfxweş kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hanna Yaziciya ku li Îdlîba bajarê Sûryeyê di teqîna bombekê de zilamê xwe û 2 zarokên xwe winda kir piştî ceyranê bi wê girt giran birîndar bûn û ji bo tedawîyê hat Tirkyeyê. Pişt Yazci baş bû bi 5 zarokên xwe re li Mêrdîn bi cîh bû û nasnama demborî dan wê, ji ber ku Yazci çû Sûryeyê û hat nasnama wê hatibû betalkirin.

Piştî ÎLKHAyê drama tedawîya dayîkê bi sernava "Drama dayîka ku 2 zarok û zilamê xwe di herbê de winda kirîye dil zîz dike" servîs kir karbidest ketin hereketê û ji nûve nasname dan wî.

Dayîka ku ji nûve dest bi tedawîya wê hat kirin di serîde ji ÎLKHA û karbidestan re teşekur kir.

Dayîka ku êdî wecê wê dikene hêst û ramanên xwe bi vî awayî anî ziman: "Ev serê meh û nîvekê bû ez bê nasnamebûm. Piştî ku Ajansa ÎLKHAyê nûçe çêkir nasnama min dîsa hat derxistin. Di serî de ji bo derketina nasnama min ez ji Serokomr Erdogna re teşekkur dikim. Belê bi rastî ji bo dengê min bêghêje wî we jî zehmetî kişand. Bi xêra ÎLKHAyê dengê min gîhaştê, ji ber vê yekê ez hemî kesên keda wan di vî îşî de henin teşekur dikim."

Dayik Hanna Yazici, îfade kir ku ew zaf bexteware û ji xêrwaz û yên ji wê re bûnin alîkar gelek caran teşekkur kir û wiha got: "Nasname ji bo min zaf girîng e. Niha ez nikarim hest û ramanên xwe bînim ziman. Ez zaf bextewar û kêfxweşim. Xwedê ji we razîbe, ez zaf zaf teşekkur dikim. Niha ez ewqas kêfxweşim ku ez nikarim hest û ramanên xwe bînim ziman. Êdî emê li vir bijîn. Ji ber ku li Sûryeyê kesekî me neman êdî li wir herb biqede jî emê venegerin wira. Lewra mala me û hertiştên me xira bûn. Ezê ji nûve tedawî bibim, lê belê li vir îmkanên tedawîyê zaf hindikin. Ji ber vê yekê ji bo tedawîyê ezê biçim Stenbolê û li wir tedawî bibinm. Min zarokê xwe yê mezin di herbê de winda kir, ji ber vê yekê tu kesekî min yê bixebitin tineye. Ji bo ez li Stenbolê tedawî bibin ez ji xêrxwazan alîkarîyê teleb dikim. Mala we teva avabe." (ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir