HUDA PAR Weqfa Erbakan ziyaret kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu û heyeta digel wî pêkve çûn Weqfa Erbakan ziyaret kirin.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr çûn ziyareta Weqfa Erbakan.
Lijneya HUDA PARê ji teref Dr. Fatîh Erbakanê Serokê Giştî yê Weqfa Erbakan û Zafer Emanetogluyê Arîkarê Serokê Giştî yê weqfê ve hat pêşîwazîkirin.
Di ziyaretê de derbarê rojeva dinyayê û Tirkîyê de gotûbêj hat kirin. Piştî ziyareta ku nêzî seatekî berdewam kir re lijne ji weqfê veqetîya.(ÎLKHA)