• DOLAR 32.5
  • EURO 34.959
  • ALTIN 2436.413
  • ...
"Dema pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ne mimkune tu meseleyên din bên çareserkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî bangewazîya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû mijara pirsgirêka Kurd carekedin hete rojevê. Sîyasetmedar û nivîskarê Kurd Îbrahîm Guçlû îfade kir ku ev bangewazî bangewazîyeke di cîdeye.

Guçlû destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê mesela Tirkîyeyê ye. Pirsgirêka Kurd mersela Rojhilatanavîn tevî ye.

Guçlu, di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Her tim pirsgirêka Kurd li Tirkîye bûye esasê pirsgirêkan. Ev ne mesela îroye. Ji îperatorîya Osmanîyan heta îro meseleyek mihîm e, lê belê di navbera meseleya di zemanî Osmanîyan û ya îro de cudahîyên mezin henin. Di dema Osmanîyan de Kurdîstan wek herêmeke xweser bû. Wê çaxê Kurdan dikarîbû bi zimanê xwe hindekarî û perwerdehî bidîtan. Wê çaxê Kurdan dikarîbû herêma xwe bi xwe îdare bikiran. Tenê ji hikumeta navendî re leşker û dahat dişand. Piştî saltanata Osmanîyan bi dawî bû pirsgirêka Kurd bû wek pirsgirêkek esasî. Dewleta nû li hember Kurd û Îslamê hate damezrandin û di heman fîlîyatên xwe de neyarîya xwe ya li hember Kurd û Îslamê bi veneşart."

"Pirsgirêka Dewletê ya bi Îslamê re dewam dike"

Guçlu, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ji roja Tirkîye hatîye damezrandin heta îro pirsgirêka wê ya bi Îslamê re heye û wiha gor: "Hê jî pirsgirêka vê dewletê ya bi Îslamê re dewam dike. Partîyek Îslamî an jî partîyek ji xwe re dibêje Îslamî jî li îktîdarêye lê belê hê jî ev pirsgirêka nehatîye çareserkirin. Pirsgirêka Kurd, dema dewleta Kemalîst hat damezrandin gotin; 'Emê împaratorîya Osmanîyan li ser axeke mezintir damezrînin. Lê belê ya esil ew bû ku hebûna Kurdan înkar kirin. Kurdîstan înkar kirin û Kurdîstan îşxal kirin. Ji nûve bi xwe ve girêdan. Hindekarî û perwerdehîya bi zimanê Kurdî ji holê hatrakirin. Çanda li medreseyan ji holê hatrakirin. Perwerdeya wê çaxê ne wek ya niha di destê Perwerdeya Millî de bû. Ji ber wê yekê serî rakirinan dest pê kir. Bi van serî rakirina talîmatên nû hatin dayîn. Komkujîyên mezin hatin kirin. Di sala 1919an de li Koçgîrî, di sala 1925an de li Diyarbekir û derdora wê li Dêrsîm û Zîlanê gelek qetlîam û komkujî hatin rastkirin."

"Kesekî bibêje, 'Li Tirkîye pirsgirêka Kurd tineye' wek dibejê 'Li Tirkîye tu pirsgirêk tineye."

Guçlû, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku kesekî li Tirkîye bibêje, 'Pirsgirêka Kurd tineye' wek dibejê li Tirkîyeyê tu pirsgirêk tineye û wiha got: " Wekî birêz Zekerîya Yapicioglû îfade kir ku bi çareserkirina pirsgirêka Kurd, gelek pirsgirêkên din jî dê çareser bibe. Ev mesela mesleleyek ewqas mihîme, heger Kurd negêjin mafên xwe û ew jî wek Tirkan di heman mijaran de nebin wek hev çareserkirina meseleyên din jî ne mimkin e. Ji ber vê yekê di demên dawî de bi taybetî hikumet di bin bandora îdeolojîyên milletperstî û bandora Kemalîstîyê de maye. Ew miha dibêjin 'pirsgirêka Kurdan tineye, pirsgirêka terorê heye. Bi rastî dixwazin bibêjin tu pirsgirêka welatîyên me yên Kurd tineye, lê belê pirsgirêkek bi navê PKKê heye. Ev rast e PKKe pirsgirêke. PKKe ne tenê pirsgirka Komara Tirkîyeyê ye li gor min PKKe pirsgirêka Kurdan bi xwe ye. Bi taybetî birsgirêka Kurdan bi xwe ye. Lewra yên PKKe derxist holê bi xwe Dewleta Komare ya Tirkyeyê ye."

Guçlû, îfade kir ku demekê pirsgirêka Kudan tenê wek pirsgirêka çepgiran dan nîşandan lê belê pirsgirka Kurd pirsgirêka temamê hêla ye.

Guçlu, destnîşan kir ku dixwazin darbeya 15dê Tîrmeh û şîddeta PKKê wek bihanê bide pêşîyê û ser pirsgirêka Kurd veşêre, lê belê bi vê yekê "Îktîdar nebaşîyê li xwe dike".

"Daxuyanîyên HUDA PARê girîng e"

Guçlu, di warê daxuyanîya HUDA PARê de wiha got: "Pirsgirêka Kurd bi hin bihaneyan ji rojevê hatibû derxistin, lê belê ev mijar bi Zekerîya Beg re dîsa hat rojevê ev zaf mihîme. Behskirina vê meselê di dema hilbijartinê de dive ku bibe sedema windakirina dengan an jî ji teref hin kesan ve dê bê îstîsmarkirin, lê belê ev gotin gotineke vîcdan û edaletê ye. HUDA PAR ne partîyeke marjînale. Daxuyanîyên wê yên di vî warî de zaf girîng e. Helbet ji bilî HUDA PARê (Ez nabêjim HDP partîyek Kurdîstanîye. Ji bilî wê partîyên partîyên bi navê Kurdistanê hatine damezrandin henin) mixabin di rojên dawî de van partîyan ji bo xwe îlhaqê HDPê bikin di nava xebatekê de nin. Ya tê dîtin ewe ku disa ketin wê reya. Dema têkevin wê rêya dê dê li ser hesab û kîtabên HDPê xizmetan bikin."

Guçlu, îfade kir ku Kurdên di nava axên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyede dijîn mafên wan nehatîye dayîn, ji ber vê yekê wan dewletan tev midaxeleyê nav vê mijarê dibin.

Guçlu, îfade kir ku ji bo dewletên xerbê midaxeleyê nav vê mijarê nebin divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û wiha got: "Heger iktîdarên vî milletî pirsgirêka Kurd çareser bikin tu pirsgirêk namîne. Wê çaxê hewce nake Kurd bi îsraîl, Emerîka an jî Rûsyare hevkarîyê bikin. Wê çaxê hewceyî bi tiştekî wisa namîne."

"Aktorê esil gelê Kurd e"

Guçlu, di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de îfade kir ku divê hikumet bi saziyên sivîl, rîsipî, şêwirmend û rewçembîran re biaxive û wiha got: "Girêdana çareserkirina Kurd bi PKKê re tê wateya çareserkirina meselê bi Emerîka re. Em dixwazin bi aktor û unsûrin esil vê meselê bê çareserkirin. Aktorê esil jî gelê Kurd e. Em milleteke. Ma hûnê mafên me nedin me? Ma hûnê mafê me yê hindekarî û perwerdeyê nedin me? Çawa mafê me yê Diyarbekirê an jî Kurdistanê bi bi awakî demokratîk û bi xwe rêve bibe heye mafê me yê em aborîya xwe jî bi xwe pêşve bibe heye."

"Divê hikumet bibe hikumeta Tirkan jî û ya Kurdan jî"

Guçlu, di dawîya daxuyanîya xwe de wiha got: "Mafê temamê milletan heye ew bi xwe qedera xwe yayîn bike heye. Temamê însanan dikare qekera xwe bi xwe tayîn bike. Ev yek temamê bawerîyê dîno û yên felsefî qebûl dike. Em dixwazin qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin. Em dixwazin bi xwe hikum bikin. Em dixwazin em bibin em. Em naxwazin kesên din li ser me hikum bikin. Em dixwazin bi kesên din re di warî biratî û cîrantîyê de têkiliyên demokratîk deynin. Em dixwazin bi xwe hikum bikin. Em jî wek temamê milletan dixwazin zimanê xwe pêşve bibin. Divê hikumet bibe hikumeta Tirkan jî û ya Kurdan jî. Divê Meclîs bibe Meclîsa Tirkan jî û ya Kurdan jî." (ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir