Hejmara kesên ku di Meşa Mezin a Vegerê de şehîd bûn derket 50î
Xortê Filistînî yê ku heftîya borî di Meşa Mezin a Vegerê de ji teref siyonîstên îşxalker ve hatibû birîndarkirin şehîd bû.
Enes Şevkî Ebu Asirê xortê Filistînî yê ku di xwepêşanên Meşa Mezin a Vegerê de heftîya borî ji teref çeteya terorê sîyonîstan ve hatibû birîndarkirin. Asirê birîndar digel temamê mudaxeleya li nexweşxaneya ku dihat dermankirin şehîd bû. Digel şehîdbûna Asir hejmara kesên ku di Meşa Mezin a Vegerê de şehîd bûn derket 50î.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin Filistînîyê ku şehîd bûye 19 salî ye û navê wî Enes Şevkî Ebu Asir e.(ÎLKHA)