• DOLAR 32.571
  • EURO 35.039
  • ALTIN 2428.002
  • ...
 "Di warê îttîfaqê de me bi tu kesî re li hev nekiriye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Çelîk, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê Partîya Demokrat ê Kurdistana Tirkîyê Mehmet Emîn Kardaş, Berdevkê Hareketa Azadî Ayetullah Aştî pêkve çûn ziyareta HUDA PARê û bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu re hevdîtin kirin.

Di hevdîtina ku li Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê hat kirin de mijara îttîfaqê û hilbijartin hatin gotûbêjkirin.Hevdîtin ji endamên çapemenîyê re girtî hat kirin.

Piştî hevdîtinên ku hatin kirin re Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu daxuyanî da. Yapicioglu di daxuyanîya ku da de derbarê hevdîtinên ku di çarçoveya hilbijartin û îttîfaqê de bi partîyên din re hatine kirin  de agahî da û destnîşan kir "Di warê îttîfaqê de me bi tu kesî re li hev nekiriye."

Serokê Giştî yê PDKê Sertaç Bucak jî derbarê hevdîtina ku hat kirin de diyar kir " Me hevdîtina xwe ya ewil bi HUDA PARê re kir ku ev yek jî tê wateya em HUDA PARê ji xwe re nêz dibînin.Em ê roja înê bi HDPê re jî hevdîtinê bikin. Me armanca xwe diyar kir; înşallah bibe wesîleya xêran."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir