Li Îngîlterê teqîn: 30 birîndar
Li Îngîlterê di teqîna ku di şahîyekê pêk hat de nêzî 30 kesan birîndar bûn.
Li Londraya paytexya Îngîlterê di mihrîcaneke ku dihat tertîpkirin de teqîneke pêk hat. Di encama teqînê de nêzî 30 kesan birîndar bûn.
Bûyer li herêma Stamford Hîllê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di mihrîcana kolanê ya ku ji teref cihûyan ve dihat tertîpkirin de agir hat pêxistin. Agirê ku hat pêxistin bû sedema teqînê.
Li gor îddîayên di çapemenîya Îngîlterê de hatine weşandin telefonek bûye sedema teqînê. Piştî teqînê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)