• DOLAR 32.496
  • EURO 34.96
  • ALTIN 2434.391
  • ...
Li Mêrdîn lehî rabû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qoserê ji ber ku di saet 15.30 de di cîde baranê dayê gelek kargeh di bin avê de man û ji ber ku golên avê çêbûn hin esnaf û welatî mehsûr man.

Barana ku nîv saetê dayê rê tev kir wek golan. Ji ber ku dema baran û ya derketina xwendekaran rastî hev hat xwendekar û ajovanên wesaîtan zehmetîyên mezin kişandin. Hin xwendekar û welatîyên ku mehsûr man xwe li avê xistin û derbasî hêla din bûn.

Hat dîtin ku li navenda sûkê li pêşîya Navenda Kar ya Guleç xwedîyê kargehan mehsûr mane. Hat dîtin ku hin esnafan xwestom ku bi xwe avê tehlîye bikin, lê belê di vê yekê de bi ser neketin.

Resûl Kasaç, îfade kir ku ev 12 salê wî ye ew li vir esnafîyê dike û ji ber nebesbûna xebatên bingehî  ew zehmetîyan dikşînîn. Kasaç ji karbidestan xwest ku gavek berî gavekê bila çareserîyekê ji vê yekê re bibînin.

Kasaç, di dawîya axavtina xwe de wiha got: "Hûn halê me dibînin. Pirsgirêka me ya herî mezin nebesbûna xebatên bingehî û ya kanalîzasyonê ye. Bi taybetî di van wextan de ji ber baranê herî hindik ji sedî 50 esnafên me zirarê dibînin. Heta niha karbidestên ji şaredarîyê hatin tû çare nedîtin. Barana dibare tev rehmeta Xweda ye ji vê yekê re şibha me tineye. Lê belê divê ji vê yekê re çareserîyek bê dîtin. Her ku diçe bajar mezin dibe êdî ev bingehî têra bajêr nake. Em ji rêveberîya niha dixwazin ku di cîde çareserîyekê ji vê yekê re bibînin." (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir