Mêrdîn wek navend operasyona FETO: 37 binçavî
Mêrdîn wek navend li 23 bajaran li dijî FETO operasyon hat tertîb kirin û 37 leşkerên mûwazzaf hatin binçavkirin.
Serodozgerîya Komarê ya Mêrdînê li dijî rêxistina FETO lêpirsîn da destpêkirin. Li dijî endamên FETO yên di nava TSKyê operasyon hat rastkirin.
Di heqê kesên ku di warê wan de biryara binçavîyê hatibû dayîn de li Enqare, Stenbol, Îzmîr, Edane, Agirî, Antalya, Balikesîr, Êlih, Bûrdûr, Denîzlî, Erzîncan, Eskîşehîr, Hatay, Karabuk, Kirikkale, Kirklarelî, Kirşehîr, Konya, Manîsa, Mêrsîn, Tokat, Ûşak û Sêwazê di heman wextê de opersyon hat lidarxistin.
Di encama opersyonên hat rastkirin de 37 berbaz û cendermeyên pispor yên mûwazzaf hatin binçavkirin.
Gumanbarên hatin binçavkirin hanîn Mêrdîn û îşlemên gumanbaran yên li emnîyetê dewam dikin. (ÎLKHA)