• DOLAR 32.332
  • EURO 35.074
  • ALTIN 2279.523
  • ...
"Salê 7 milyon kes ji ber hewa qirêj dimrin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daneyên Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanê her sal ji ber hewa qirêj heft milyon însan jiyana xwe ji dest didin.

Dîrekrotê Giştî yê Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanê Tedros Adhanom, li hember van daneyan bangî rêveberên hikumetan kir û xwest ku li hember hewaya qirêj micadeleyek baş bê kirin.

Adhanom, di daxwuyanîya ku li Cenevreyê kir de îfade kir ku bi giştî ji deh kesan neh kes hewaya bi zirar teneffus dikin.

Adhanom, destnîşan kir ku herkes ji hewa qirêj zirarê dibînin, lê belê kesên feqîr bêhtir zirarê dibînin û wiha got: "Ji sedî 90 kesên ku jiyana xwe ji dest didin ji dewletên hê xwe pêşdixin pêktên." Adhanom, îfade kir ku herî zêde ev qrîz li Asya û Efrîqîya tê dîtin. 

Li gor daneyên Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanê, li gelemperîyê dinyayê 3 milyon kes ne xweyê îmkana dema ku di mala xwe de xwarinê çêdike xwe ji dûman bi zirar biparêzin. Rêxistinê îfade kir ku pijandina xwarinê ji dervede û dûmana wê ya derdikeve jî dibe sedemê bi milyonan kes jiyana xwe ji dest didin.  

Li gor daneyên Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanê, li gelemperîyê cîhanê 4 milyon û 200 hezar kes ji ber hewa bi zerar teneffus dikin jiyana xwe winda dikin. Hat îfadekirin ku tesîsên pişesazîyê û dûmana wesaîtan ji bandoreke mezin li ser qirêjbûna hewayê dihêlin. Hewaya qirêj dikeve nava xwînê û tendirustîya însanan tehdît dike. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir