• DOLAR 32.558
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2428.435
  • ...
"Dema pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin ne mimkune tu meseleyên din bên çareserkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî bangewazîya Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû mijara pirsgirêka Kurd carekedin hete rojevê. Sîyasetmedar û nivîskarê Kurd Îbrahîm Guçlû îfade kir ku ev bangewazî bangewazîyeke di cîdeye.

Guçlû destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê mesela Tirkîyeyê ye. Pirsgirêka Kurd mersela Rojhilatanavîn tevî ye.

Guçlu, di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Her tim pirsgirêka Kurd li Tirkîye bûye esasê pirsgirêkan. Ev ne mesela îroye. Ji îperatorîya Osmanîyan heta îro meseleyek mihîm e, lê belê di navbera meseleya di zemanî Osmanîyan û ya îro de cudahî henin. Di dema Osmanîyan de Kurdîstan wek herêmeke xweser bû. Wê çaxê Kurdan dikarîbû bi zimanê xwe hindekarî û perwerdehî bidîtanan. Wê çaxê wan dikarîbûn herêma xwe bi xwe îdare bikiranan. Tenê ji hikumeta navendî re leşker û dahat dişand. Piştî saltanata Osmanîyan bi dawî bû pirsgirêka Kurd bû wek pirsgirêkek esasî. Dewleta nû li hember Kurd û Îslamê hate damezrandin û di heman fîlîyatên xwe de neyarîya xwe ya li hember Kurd û Îslamê bi veneşartin."

"Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin çareserkirina meseleyên din ne mimkun e"

Guçlu, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di sala 1919an de li Koçgîrî, di sala 1925an de li Diyarbekir û derdora wê li Dêrsîmê li Zîlanê gelek qetlîam û komkujî hatin rastkirin û wiha got: "Ev pirsgirêka heta roja me jî dewam dike. Ji ber vê yekê kesekî bibêje, 'Li Tirkîye pirsgirêka Kurdan tineye' wek dibejê li Tirkîyeyê tu pirsgirêk tineye. Wekî birêz Zekerîya Yapicioglû îfade kir ku bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re gelek pirsgirêkên din jî dê çareser bibe. Ev mesela mesleleyek ewqas mihîme heger Kurd negêjin mafên xwe û ew jî wek Tirkan di heman mijaran de nebin wek hev çareserkirina meseleyên din jî ne mimkin e. Pirsgirêka Kurd bi hin bihana ji rojevê hatibû derxistin û ev mijar bi Zekerîya Beg re dîsa hat rojevê ev zaf mihîme. Behskirina vê meselê di dema hilbijartinê de dive ku bibe sedema windakirina dengan an jî ji teref hin kesan ve dê bê îstîsmarkirin, lê belê ev gotin gotina vîcdan û edaletê ye."

"Divê çareserkirina pirsgirêka Kurd bi PKKê girênedin"

Guçlû, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku divê çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi PKKê re neyê girêdan û wiha axavtina xwe bi dawî kir: "PKK ne rêxistineke Kurdaye. Girêdana çareserkirina vê meselê bi PKKê ev tê wateya nexwestina çareserkirina vê pirsgirêkê. Pirsgirêka PKKê pirsgitka dewleta Kemalîste. Tu carî pirsgirêka Kurd û ya Kurdîstanê bi mesela PKKê re girênedin û bi vî awayî nêzîkî mijarê nebin. Ev tê watêye neçareserkirinê. Li Kurdistanê partî, rîsipî, şêwirmend, sazî û komeleyên Kurdan heye. Divê hûn bi van re rûnîn û pirsgirêkan biaxivin. Lazim e hûn ji bo wan îmkanên temsîlê sazbikin. Girêdana çareserkirina pirsgiêka Kurd bi PKKê wek Emerîka dixwest mijara rejîma Sûrî bi Rûsya, Îran an jî Iraqê re çareser bike. Ev ne tiştekî mimkun e? Lê belê bi unsûrên eslî re hûn dikarin vê meseleyê çareser bikin. Aktor û unsorên esil gelê Kurdin." (ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir