Partîyên Kurdî dê HUDA PARê ziyaret bikin
Partîyên Kurdî yên ku li Tirkîyê karûbarên xwe birêve dibin û siyasetê dikin dê îro HUDA PARê ziyaret bikin.
Serokên giştî yên Partîyên PAK,PDK, PDKT û PSKyê dê îro Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ziyaret bikin.
Ziyaret dê îro li Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê di seat 16.00an de bê kirin. Hat hînbûn ew ê di hevdîtinê de meseleyên muhîm bên gotûbêjkirin.(ÎLKHA)