• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Trîlyonek û 739 milyar dolar bo parastinê hat xerckirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Entîtuya Lêkolînên Aştîyê ya Stockholmê ve derbarê xerckirina bo parastinê de raporta salane hat weşandin. Li gor raporta ku hat weşandin di sala 2017an de li dinyayê tev de Trîlyonek û 739 milyar dolar bo parastinê hat xerckirin.

Li gor raportê Tirkîye di lîsteya ku hatiye weşandin de di rêza 18emîn de ye û di sala 2017an de 18 milyar û 200 milyon dolar bo parastinê xerc kiriye.

Di raportê de hat diyarkirin Amerîka 610 milyar dolar, Çîn 228 milyar dolar,Rûsya 66 milyar û 300 milyon  dolar Fransa 57 milyar û 800 milyon dolar bo parastinê xerc kirine.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir