Li Êriwanê bi dehhezaran xwepêşandar xwe berdan kolanan
Li Êrîwana Ermenistanê bi dehhezaran xwepêşandar piştî banga Paşînyanê ku wek serokomar nehat hilbijartin re xwe berdan kolanan û rêyan girtin.
Nikol Paşînyanê muxalif ê ku li Ermanistanê wek serokkomar nehat hilbijartin. Piştî vê yekê Paşînyan banga bêîtaatîya siwîl li terefdarên xwe kir. Piştî vê bangê bi dehhezaran xwepêşandar xwe berdan kolanan û temamê rêyên ku diçin Êrîwanê girtin.
Hat ragihandin rêyên ku diçin balafirgehê hatine girtin û ji ber rewşê gelek dikan nehatine vekirin.(ÎLKHA)