Siyonîst êrîşî Filistînîyên bêçek dikin
Komîserê Bilind ê Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir "Di encama bikaranîna berikên rastde zêdetirî 40Filistînî mirin. Îsraîl êrîşî Filistînîyên bêçek dike."
Zeyd Raad el-Huseyînê Komîserê Bilind ê Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir di encama bikaranîna berikên rast de zêdetirî 40 Filistînî şehîd bûne û zêdetirî 5 hezar û 500 Filistînî jî birîndar bûn.
Huseyîn di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir "Em şahid dibin ku her heftî li hember xwepêşandarên bêçek hêza kuştinê tê bikaranîn. Tê dîtin ku guh nayê dayîn ji hişyarîyê ku ji teref Neteweyên Yekbûyî û terefên din ve tên kirin. Ji ber ku îsraîl hêzên xwe yên ku mafan bin pê dikin dernaxe li hember darazê ev yek cesaretê dide ku li hember însanên bêçek hêza kuştinê bê bikaranîn."(ÎLKHA)