Li Nîjeryayê êrîş li camîyê hat kirin: 53 kes hatin qetilkirin
Di êrîşa ku li Nîjeryayê li camîyekê hat kirin de 53 kes hatin qetilkirin û herî kêm 60 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li parêzgaha Adamawaya li rojhilata Nîjeryaya welatê Efrîqayê êrîşek li camîyê hat kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 53 kes hatin qetilkirin û herî kêm 60 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyanîyên polêsên parêzgehê di wextê nimêja înê de 2 kesên xwekuj bombeyên li ser xwe di nava cemaata camîyê de teqandin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 53 kes hatin qetilkirin û herî kêm 60 kes jî birîndar bûn.
Hêj tu kesî êrîşê li ser xwe negirt.(ÎLKHA)