• DOLAR 32.603
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2498.603
  • ...
70 mîhên ku birûskê li wan da telef bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li gundê Arenzeya Misircê ya Sêrtê 70 mîhên ku birûskê li wan da telef bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bûyer doh derdora 17.30an de li zozanên gundê Arenzeya Misircê pêk hat. Dema ku pez ji xwe re diçêrîya birûskê li pez da. Di encama bûyerê de 70 mîh telef bûn.

Şivanê ku eslê xwe Sûrîyeyî ye derbarê mijarê de diyar kir dema ku ew pez diçêrand birûskê li pez daye û dû re wiha got: " Ji ber ku birûskê li pez da nêzî 70 mîhan telef bûn. Hema piştî bûyerê min xeber da gundîyan lê pir dereng çêbû, heywanên ku birûskê li wan da temam telef bûn."(ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir