"AK Partî piştî ku bi MHPê re îttîfaq kirdest bi gotinên neteweperest kir"
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Alî Doyarê ku derbarê rojevê de nirxandinan kir gotinên neteweperest ên AK Partî rexne kir û got "AK Partî piştî ku bi MHPê re îttîfaq kirdest bi gotinên neteweperest kir"
Doyar di nirxandina ku kir de destnîşan kir bendeva hilbijartinê pergaleke adil nîne û ev yek îttîfaqê li ser wan partîyên din xwe ferz dike.
"AK Partî piştî ku bi MHPê re îttîfaq kir dest bi gotinên neteweperest kir"
Doyar di berdewama nirxandina ku kir de destnîşan kir "AK Partî piştî ku bi MHPê re îttîfaq kir dest bi gotinên neteweperest kir" û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "AK Partî hikûmetek e. Ew îcraatên ku ji teref wî ve tên kirin, gotinên ku ji teref wî ve tê gotin û peyamên ku ji teref wî ve tên dayîn ji yên wanên din cuda ye. Lewra hikûmet e, di netîcê de dewletê îdare dike û ji ber vê yekê temamê van tiştan xwe di temamê koman de nîşan dide, tesîrî wan dike. AK Partî berî niha ji muhafazakaran ray distand, niha jî dikare bistîne, ev tiştekî cuda ye. Lê velê xelkê herêma me ji gotinên neteweperest hez nake. Herêma me di vî warî de xwe mexdûr dibîne. Ji ber vê yekê gotinên neteweperest li vê derê tesîreke neyînî nîşan didin. AK Partî piştî ku bi MHPê re îttîfaq kir dest bi gotinên neteweperest kir. Bo dîtina vê yekê bûyîna kahînê hewce nake. Divê dev ji gotin û helwestên neteweperest bê berdan. Însanên me vê yekê qebûl nake û teswîp nake."(ÎLKHA)