• DOLAR 32.593
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2420.312
  • ...
"Di bingeha pirsgirêka Kurd de neteweperestî heye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çend roj berê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîa Yapicioglû ji bo çareserkirina "Pirsgirêka Kurd" bangewazîyek kiribû. Piştî bangewazîya Yapicioglû, edîtorê Kovara Kelhaamed Abdûssamed Yalçin îfade kir ku:"Di bingeha pirsgirêka Kurd de neteweperestî heye" û "çareserîya pirsgirêkê encex li ser esasê biratîya Îslamî bê çêkirin."

Yalçin, di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Xwedayê Mezin di Qur'ana pîroz de ferman dike û dibêje 'me hûn wek gel û qebîla afirandin da ku hûn hevdû nas bikin'. Ji ber ku milletperestan ev naskirina înkar kirin pirsgirêka Kurd gîha vê astê. Li vê dewletê bi navê pirsgêraka Kurd pirsgirêkek heye. Hin kes dixwazin Kurdan li vî memleketî bikin wek merselakê an jî wek pirsgirêkekê. Di bingeha vê yekê de netewperestî heye. Ji ber ku milletperestan ji bilî xwe hebûna tu kesî qebûl nekirin û di Tirkyeya nû hat damezrandin de Kurd wek milletekî esil nedîtin dîtin pirsgirêk ewqas mezin bû. Fikra milletperestîyê bi xebatên Îttîhad û Terakkîyê ket nava Osmanîyan. Di serê salên 1800 dî de esasê netewperestîyê hatin avêtin. Dewletên empryalîst ji bo axçên Osmanîyan perçe bikin di wan salan de temelê miletperestîyê avêtin. Komara Tirkîye li ser wam esasan hat damezrandin."

"Kurdan di dîrokê de tu caran zirar nedaye Mislimanan"

Yalçin, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku: "Di dîrokê de tu caran Kurdan zirar nedaye Mislimanan û her tim bi awayên erênî manin û wiha got: "Berya Tirk werin Anatolyayê 2 hezar sal berê Kurd li ser axên Anatolyayê bûn. Berya Tirk werin vir Kurdan ji bo Anotolya bibe Misliman alîkarîya Tirkan kirin. Di serkeftina Malazgîrtê de bûn alîkar. Dikarîbûn li hêla Bîzansê cîh bigirtan. Di herba Çaldiranê de ji Kurdan bi xwe Yavûz dawetî herêmê kiribûn. Vê herbê Yavûz bi xwe neda dest pê kirin. Wê çaxê Şahê Îranê Îsmaîl li ser erdingarîya Îslamê zilm û zorî dikir û dixwest ji xwere cîh veke. Dixwest temamê hêzên heye têxe bin rêveberîya xwe. Li vir kurdan ji Yavûz re got tu li hember Şah Îsmaîl micadelakê bide destpêkirin emê li cem tebin û emê li hember şah Îsmaîl herbê bikin. Kurdan di serkeftina herba Çaldranê de roleke mezin girtin. Di demên kirîtîk yên dîrokê de Kurdan rolên mezin girtine û yekîtîya Îslamê sazkirine. Bi vê yekê Misliman heta roja me hatîye."

"Milletperestî faşîzme"

Yalçin îfade kir ku di bingeha milletperstîyê de red û înkarkirin heye û wiha berdewam kir: "Milletperstî bi xwe faşîzme. Faşîzm dibêje bila ji min be çi dibe ew her tim mafdare û dema ne ji min be jî ew mafdar be jî ne mafdare. Îslam dibêje me hûn wek gel û qebîla afirandîye da ku hûn hevdû nas bikin. Ji ber ku milletperestan ev naskirin înkar kirin Kurd bûn wek pirsgirêkekê. Çima Kurd kirin wek pirsgirêkekê? Belkî Kurd ne qeysî Tirkan be jî lê belê ji gelek dewletên cîhanê bêtir li ser axan belavbûne. Nedîtina Kurdan ne mimkun e. Gotin "Pêvajoya Çareserîyê" lê belê Kurd wek mixatab negirtin. Rêxistina sîleh di destê wêde bû mixatab girtin. Hetta grûbeke ne ji Kurdan wek mixatab girtin."

Yalçin, di warê bangawazîya HUDA PARê de îfade kir ku, bangewazîya HUDA PARê bangewazîyêk di cî de ye û wiha got: "Heger dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin divê hereketên sîyasî yên Kurdan, rîsipî, serokên eşîretan û temsîlkarên STKyan wek mixatab bigrin. Heta niha bi awakî adilane tu kes nêzî çareserîyê nebûn. Heger ji niha û pê de bi awakî adilane nêzîkî pijarê bibin dê ji bo Kurdan jî û ji bo Tirkan jî baştir bibe. Nêzîkbûna bê edalet ne tenê ji bo Kurdan, dê ji bo temamê miletan xwîn û hêstrê çavan bîne. Lazim e ev mijara bê çareserkirin lê belê li ser esasê edaletê bê çareserkirin. Ji ber vê yekê HUDA PARê di demeke baş de ev bangewazîya kir. Divê her kes vê yekê wek fersendekê bibînin û hin gavan bavêjin. Divê ev yek li ser esasê edaletê bê çareserkirin. Tenê di Îslamê de edalet heye. Di demokrasîyê de li edaletê nayê gerandin, di Yekîtîya Ewrûpa, NATO, Emerîka an jî Neteweyên Yekbûyî de edalet tineye. Ji xwe li wan deran navê edaletê dahî tineye. Tiştê bi wan derketîyê pêş çava tenê demokrasîye. Dive ku piştî wê laîktî were. Ev 80-100 sale li vî memleketî ji ber ku bi demokrasî û laîktîyê nêzî mijarê bûn ev mijar nehat çareserkirin. Divê mijar li ser esasê edaletê bê girtin. Hewceye esasê biratîyê Îslamê esas bê girtin û bi vî awayî ev mijar bê çareserkirin." (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir