Mehkemeya Makeqanûnê îstatîstîkên serîlêdanên şexsî weşand
Ji teref Mehkemeya Makeqanûnê ve amarên serîlêdanên şexsî yên ku sê mehên vê salê jî di nav de nehatin weşandin.
Li gor daxuyanîya ku hatiye belavkirin ji sala 2012an vir ve tevde 182 hezar û 332 serîlêdan li Mehkemeya Makaqanûnê hatine kirin. Li gor raportê di sala 2012an de hezar û 342 kes, di sala 2013an de 9 hezars û 897 kes, di sala 2014an de 20 hezar û 578 kes, di sala 2015an de 20 hezar 376 kes, di sala 2016an de 80 hezar û 756 kes, di sala 2017an de 40 hezar û 530 kes û di sê mehên ewil yên sala 2018an de 8 hezar û 853 kes wek şexsî serî li Mehkemeya Makeqanûnê dane.(ÎLKHA)