• DOLAR 32.313
  • EURO 35.12
  • ALTIN 2282.019
  • ...
"Ger em nesleke baş dixwazin divê em exlaqa Pêxemberê xwehînî zarokan xwe bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Koordînatorîya Bîngolê ya Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya mewlûdê ya bi mijara "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin. Xelkê bajêr eleqeyeke baş nîşanî bernameya ku hat tertîpkirin dan. Di bernamê de îlahî û marş hatin bidengkirin û axavtin hatin kirin.

Îlahîyatnas Cîhan Uzerê ku di bernamê de axavtinek kir balan kişand li ser exlaqa Resûlê Xwedê û qala ehemîyeta perwerdekirina nesleke nû kir.

 "Ger em nesleke baş dixwazin divê em exlaqa Pêxemberê xwe  hînî zarokan xwe bikin"

Uzer di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir zanyar gelek zêde pesna Pêxemberê me Hz.Muhammed didin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Mixabin îro zarokên me bi çanda xerbê mezin dibin. Pêxemberê me di hedîseke xwe de dibêje 'Hûn arşin bi arşin, bost bi bost tabi'ê wan bibin. Hetta ew ê bikevin hêlîna marmarokeke bi jehir  hûn ê jî di pey wan de biçin.' Mixabin îro zarokên me li ber televîzyonan ji xwe re manken, hûnermend, popvan û stranbêjan mînak distînin û di netîceya vê yekê de zarokên me xera dibin. Em di gelek malan de vê feryadê dibihîzin, dibêjin 'Zarokên me, me guhdar nakin, em nikarin li wan xwedî derkevin, vê nakin, wê nakin...' Çima?  Ji ber ku em li zarokên xwe xwedî dernayên û exlaqa Pêxemberê xwe hînî wan nakin ev tişt dibin."(ÎLKHA)













































Bu haberler de ilginizi çekebilir