• DOLAR 32.518
  • EURO 34.802
  • ALTIN 2424.816
  • ...
Ji ber ku me terka sunneta Hz. Muhammed kiriye li herêmê ji dêla hestiran ve xwîn diherike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Bidlîsê bernameya Mewlûdê ya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" hat tertîpkirin. Xelkê heremê, alim û zana, rsîpî, nûnerên sazîyên civaka siwîl û rayedarên partîyên siyasî beşdarî bernamê bûn.

"Ji ber ku Tirk, Kurd û Ereb xwe bi kitêba Xwedê girtinj bûne ezîz"

Endamê Yekîtîya Medrese û Aliman Mela Elî Arslan di bernameya ku beşdarî bû de derbarê girîngî û ehemîyeta rojevê de axavtinek kir. Arslan di axavtina xwe ya kir de destnîşan kir Xweda wan kesên ku izzetê ji bilî Îslamê dereke din de digerin zelîl kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Milleteke ku li dor Îslam, sunnet û Qur'anê nebûye yek dê ji teref kufrê ve bê parçeparçekirin. Divê her walî, mamoste, midûr, îmam, şêxê terîqetan li cihê ku lê wezîfedar e û mintiqaya wî ye sunnetê îhya bike. Lewra xelasîya me bi sunnetê ye. Ummet kengî dev ji Pêxember berda hingî perîşan bû. Em hêj wê perîşanîyê dikşînin. Divê em li hemû derî Pêxember hakim bikin, divê em wî qebûl bikin. Ji ber ku me terka sunneta Hz. Muhammed kiriye li herêmê ji dêla hestiran xwîn diherike, li Filistînî Arakan, Sûrîye, Myanmar, Afxanistan û Iraqê xwîn diherike. Ji ber ku me terka sunnetê kiriye Xweda wan zaliman ki bela serê me."(ÎLKHA)



















































Bu haberler de ilginizi çekebilir