Wezira Karûbarên Hindir ya Îngîltere Rûdd îstîfa kir
Wezira Karûbarên Hindir ya Îngîltere Rûdd ji ber ku polîtîkaya penamberan di hedefa mixalefetê de bû îstîfa kir.
Wezareta Karûbarên Hindir ya Îngîltere dixwaze kesên piştî Herba Cîhanê ya Duyemîn wek karker hatine Îngîltere dersînor bike. Piştî ku ev biryar hat girtin mixalefeta Îngîltere Wezira Karûbarên Hindir Amber Rûdd û sepanên hikumetê hedef girtibûn, li ser vê yekê Wezira Karûbarên Hindir Rûdd Amber îstîfa kir.
Hat îfadekirin ku îstîfa Rûdd ji teref Serokwezîra Îngîltere Theresa May ve hatîye qebûlkirin. (ÎLKHA)