• DOLAR 32.335
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2309.58
  • ...
SON DAKİKA
Serokomar Erdogan derbarê leşkerîya bibedel de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berya zîyareta xwe ya Ozbekîstan û Koreya Başûr li Balafirgeha Ataturkê pirsên rojnamevanan bersivan û di warê leşkerîya bi bedel de pirsên endamên çapemenîyê bersivand.

Serokomar Erdogan wiha axivî: "Ezê li Meclîsa Mezin ya Ozbekîstanê xîtab bikim û ezê beşdarî Forûma Kar ya Tirkîya û Ozbekîstanê bibim. Ezê di yekê Gulanê de Bûhara zîyaret bikim. Wateya zîyareta min ya Bûhara mezin e. Em dixwazin li wir bi navê Îmam Bûxarî enstîtuyekê damezrînin. Ezê di 2dê Gulanê de bi Serokê Koreya Başûr Moon re hevdîtinê bikim. Komara Koreyê li deverê hêzeke girînge. Em dixwazin aştîya daîmî li girava Koreyê bê sazkirin."

Erdogan, îfade kir ku ewê derbarê nebûna namzedbûna Abdûllah Gul de tiştekî nebêjê û wiha got: "Ezê di vê mijarê de tu daxuyaniyekê nedim, ji xwe Birêz Gul daxuyanî da. Ezê bi tenê spasiya we jî bikim. Meydana hilbijartinê ji her kesî re vekiriye û em hêvî dikin her partîya siyasî namzedê xwe eşkere bike ku em jî li gor wê kampanyayên xwe bimeşînin û gavên xwe yên ku vê kampanyayê bêtîr bi qîmet bike bavêjin."

"Leşkerîya bibedel dê ji bo şehîdên me bibe bêrûmetî"

Erdogan, derbarê leşkerîya bibedel de jî axîvî û got: "Eskeriya bibedel niha di rojeva hikûmeta me de tune, rewşeke wiha tune. Niha li hêlekê hereketa Efrînê û li ya din jî Mertala Firatê dewam dike di demeke wisa de behskirina leşkerîya bibedel dê ji bo şehîdên me dibe bêrûmetî. Hela bila bi xêr ev hilbijartin biqede û em derbasî sîstema serokatîyê bibe." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir