• DOLAR 32.544
  • EURO 34.916
  • ALTIN 2427.109
  • ...
Gundê ku kulîya îstîla kir hat dermankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Gîja yê ku girêdaye navçeya Girê Sora Rihayê kulîyan gund û zevîyên gund îstîla kirin. Ji teref Şaredarîya Girê Sor ve gundê Gîj yê ku 45 kîlometreyan ji navçeyê dûre hat derman kir.  

Xebatên ku Şaredarîya Sîverekê da dest pê kirin ji teref 10 kesan ve dever tê dermankirin.

Yûnûs Kargiyê ku mesûlê ekîba dermankirinê ye îfade kir ku wan li deverê xebatên dermankirinê daye destpêkirin û wiha got: " Piştî ku ehlê taxê miraceatî şaredarîya me kir me jî bi talîmatê serokê şaredarîya xwe dest bi dermankirina deverê kir. Wekî hûn dibînin gelek kulî li vir henin. Heta li taxe kulî biqedin ekîbên me dê xebatên xwe yên derman kirinê dewam bikin."

Ehlê taxê jî îfade kirin ku: "Bi salane em li vir dijîn, lê belê ev cara yekem e em tiştekî wisa dibînin. Ekîbên şaredarîyê dest bi xebatan kir û niha deverê derman dikin. Em ji bo rayedar û karbidestên şaredarîya Sîverekê malavahîya xwe tînin ziman." (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir