Berdevkê AK Partîyê Unal: Leşkerîya bibedel di rojevame de tineye
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partîyê Mahîr Unal îfade kir ku di rojeva AK Partîyê de leşkerîya bibedel tineye.
Berdevkê AK Parîyê Unal beşdarî bernameya televîzyonekê bû û li ser pirsa "Leşkerîya bibedel heye" an na îfade kir ku tiştekî wisa di rojeva me de tineye.
Piştî Serokwezîr Bînalî Yildirim di warê leşkerîya biberdel de gotibû 'ez li eskerîya biberdel wek erênî dinerim' Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partîyê Mahîr Unal derbarê nirxandina serokwezîr de axivî.
Unal, îfade kir ku daxuyanîya Serokwezîr fikra wî ye û di warê leşkerîya bibedel de tu xebatên AK Partîyê tineye û tiştekî wisa di rojeva me de jî tineye." (ÎLKHA)