Abdûllah Gul: Namzedbûna min ne merseleye
Serokomarê Berê Abdûllah Gul derbarê îhtîma nemzedbûna serokomarîyê de îfade kir ku: "Ji ber ku lihevkirineke berfireh çênebû êdî namzediya min di vê pêvajoyê de ne merseleye."
Serokomarê Berê Abdûllah Gul derbarê îhtîma nemzedbûna serokomarîyê de ji rojnamevanan re daxuyanî da.
Gul destnîşan kir ku mixabin Tirkîye ne di nava pêvajoyek pozîtîf de ye û di rewşeke wisa de diçe ser sindoqê û îfade kir ku di vê çarçoveyê de navêmin jî hate rojevê û got: "Çi hewcebe însanekî fanî bighêje temamê meqaman ez gihaştim e. Min temamê van rêyan dît. Di vî warî de ne ez û ne jî malbata min tu hêvîya me ji tiştekî wisa tineye. Piştî serokomrîya fikrekemin ya ez dîsa vegerim nava sîyaseta aktîf tineye. (ÎLKHA)