• DOLAR 32.575
  • EURO 35.017
  • ALTIN 2430.659
  • ...
Li Filistînê 4 şehîd 350 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji sala 2006 an virve çeteyên sîyonîst Xezze dorpêç kiriye û bi vê yekê bûye sedemê qeyraneke mezin. Ji sala 2006an heta niha bi hezaran Filistînî vê neheqîya çeteyên sîyonîs li ser sînorê Xezzeyê protesto dikin.

Di xwepêşandanên ji 30yê Adarê de dest pê kirîye yên bi navê "Meşa Vegerê a Mezin" dewam dike û do bi navê "Îna Ciwanên Şoreşger" dewam dike.  

Di encama êrîşên çeteyên sîyonîstên îşxalker yên bi guleyên rast 4 Filistînî hatin şehîdkirin û 350 Filistînî jî hatin birîndarkirin. Ji kesên birîndar 80 kes bi guleyên rast hatin birîndarkirin.

Ji kesên birîndar 20ê wan zarok, 10ê wan pîrek, 6 kes rojnamevan û 4 kes jî xebatkarên tendirustîyê bûn.

Ji roja protesto û xwepêşandanan dest pê kirîye heta îro 45 Filistînî ji teref çeteyên sîyonîst ve hatin qetilkirin û herî hindik 5 hezar û 500 kes jî birîndar bûn.

Ji ber dorpêçkirina çeteyên sîyonîst ji sala 2006an heta niha tê xwestin 5 milyon Filistînî ji axên xwe derbikevin.

Li Filistînê ji ber salvegera 42yemîn ya Roja Axê ji 30yê Adarê roja Înê heta niha çalakiryên protesto û xwepêşanê dewam dike. (ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir