• DOLAR 32.562
  • EURO 34.924
  • ALTIN 2433.886
  • ...
Li Elmanya li saziyên fermî daliqandina xaçan bû mecbûrî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lijneya Wezîran ya eyaleta Bavyera ji 1ê Hezîranê û pêde li  temamê avahîyên fermî yên li welêt sepana daliqandina xaçan anî.

Biryara ku rêveberîya Eyaletê Bavyera Elmanya girt bû sedema bertekan. Hat îfade kirin ku ev biryara ji bo saziyên Hikumeta Federan derbas nabe.

Partîya Yeşîller, Parîya Çep û ya Demokratên Hur îfade kirin ku di şûna anîna sembolên kevin de divê hûn bi xweşî û hezkirinê sîyaseta xwe pêşve bibin û bertek nîşanî vê biryarê dan.

Li ser medyaya civakî bertek nîşanî biryarê hat dayîn û cîh hat dayîn van agahîyan: "Min di got qey karê dewlet û dîn ji hev cuda ye". "Çi heyf! Me hêvî dikir ku serdema navîn li paş maye" û bertek nîşanî sepanê dan.

Berya niha jî rêveberîya Baveyera li dibistan û salonên mehkema daliqandina xaçan kiribû mecbûrî.

Serokê Giştî yê CSÛ û Wezîrê Karûbarên Derve Horset Seehofer gotibû: "Îslam ne aîdî Elmanyaye" û ev yek di civaka Elmanya de bûbû sedema bertekan. (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir