• DOLAR 32.59
  • EURO 35.042
  • ALTIN 2429.944
  • ...
HUDA PAR dê karibe wek partî bikeve hilbijartinan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê berî vê çend rojan ji ber ku navê partîya wan di nav wan lîsteyên ku dikarin bikevin hilbijartinan de nehatibû weşandin Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind Sadî Guven ziyaret kiribû û daxwaznameya îtîrazê dabû Lijneya Hilbijartinan a Bilind.

Serîlêdana ku hat kirin bi netîce bû. Xebera netîcebûnê ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ve ji ser twîtterê hat parvekirin.

Yapicioglu di parvekirinên ku kir de derbarê mijarê de wiha got: " Serîlêda ku em li YSKyê kiribû bi erênî netîce bû, heqê wek partî beşdarbûna partîyan a partîya me hatiye teslîmkirin. Bi izna Xwedê bila ji partî, millet û welatê me re bibe wesîleya xêrê."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir