Li Koreya Bakur otobus ji pirê ket xwarê: 36 mirî
Li Koreya Bakur otobuseke geştê ji pirê ket xwarê, di encama qezaya ku pêk hat de 36 kes mirin.
Hat diyarkirin qeza li bajêra Hwanghaeya Bakur pêk hatiye, di encama qezaya ku pêk hat de 36 kes mirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Lu Kang ve hat belavkirin de hat destnîşankirin di qezaya otobusê ya ku li Koreya Bakur pêk hat de 32 welatîyên Çînê mirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin 4 kesên din ên ku mirine welatîyê Koreyê ne.(ÎLKHA)