Li Kanadayê wesayît da nav peyayan: 10 mirî 15 birîndar
Li Torontoya bajêra Kanadayê wesayîtek da nav peyayan, di encama bûyerê de 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Torontoya bajêra Kanadayê wesayîtek da nav peyayan, di encama bûyerê de 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polêsên Torontoyê destnîşan kir wesayît ji cihê bûyerê revîyaye û piştî demekê ajokarê wesayîtê hatiye binçavkirin. Berdevk di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir lêkolîn berdewam dikin.(ÎLKHA)