• DOLAR 32.35
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2310.236
  • ...
Yapicioglu: YSK qerara xwe ya HUDA PARê dê sibe bide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zekerîya Yapiciogluyê  Serokê Giştî yê HUDA PARê bi Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind Sadî Guven re hevdîtinek kir. Piştî hevdîtina ku hat kirin Yapicioglu derbarê hevdîtinê de  daxuyanî da.

Yapicioglu destnîşan kir YSK berî niha navên wan partîyên ku dê karibin têkevin hilbijartinan eşkere kiribû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber ku navê partîya me di nava wê lîsteyê de tunebû me daxwaznameya xwe ya îtîrazê roja şemîyê dabû. Vê şevekê me daxwaznameyeke din da. Ji ber ku evrakên 19 teşkîlatên me yên navçeyan negihaştibû serdozgerîya komarê ya  dadgeha bilind problemek derketiye. Me van evrakan digel daxwazameya xwe da Lijneya Bilind a Hilbijartinê."

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew hêvîdar in ku dê heq cihê xwe bibîne û got "Ew ê YSK biryara xwe ya HUDA PARê sibe eşkere bike."(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir