• DOLAR 32.346
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2308.082
  • ...
4 partîyê 548 milyon lîre alîkarîya Xezînê bigre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor yasaya partîyên sîyasî li gor dengên hilbijartina dawîn her sal alîkarîya Xezînê digrin. Alîkarîya Xezînê li gor miqdara budçeyê ji 5 hezarî 2 tê kirin.    

Alîkarîyê Xezînê di hilbijartinê giştî de sê qat û di hilbijartinê mehellî de jî wek du qata tê dayîn. Di meha çileya îsal de li AK Partîyê 139 mîlyon lîreî li CHPê 71 milyon lîre, li MHPê 33, 5 milyon lîre û li HDPê 30 milyon lîre alîkarîya Xezînê hat belavkirin.

Li hêladin ji ber ku biryara hilbijartina pêşwext hat girtin partîyên ku di meha çile de alîkarî girtine dê du qatê wê yê din jî bigrin.

Piştî biryara hilbijartinê kete sepanê AK Partîyê 278 milyon lîre, CHPyê 142 milyon lîre, MHPyê 67 milyon lîre û HDPyê 60 milyon lîre alîkarîya Xezînê bigrin.

Bi vê yekê di nava vê salê de li 4 partîya 822 milyon alîkarîya Xezînê hat kirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir