• DOLAR 32.386
  • EURO 35.098
  • ALTIN 2326.487
  • ...
Serokomar: Em hilbijartina wek fersendeke nû dibînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomra Erdogan li Zanîngeha Bogazîçî yê peşdarî Bernameya Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya 150emîn bû û li wir axavtinek kir: 

"Em hilbijartina ji bo Tirkîye wek depokirina enerjî, hêz û bi quwetbûnê wek firsendekê dibînin. Gelê me çi biryarê bidin em jî wek her tim em tabiî biryara gelê xwe ne. Xweşîya demokrasîyê jî ewe ku gelem me biryarê dide bê kîja karbidest xizmetê dike an nake û li gor wê yekê biryara xwe didin û karbidestên xwe li gor wê hildibijêrin."

"Bandora kêmkirina hezaz û afetan di destê me de ye"

Serokomar Erdogan, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku "Erdhej li ser rûyê dinyayê tehdîdeke mezin e." û wiha got: "Kandîllî li welatê me navendeke mezin a lêkolînê ye. Li welatê me di heman mijaran de lêkolînan dikin û di warê afatan de xebatan dikin. Ez bawer dikim ku heger Rasathaneya Kandîllî bi AFADê re hevkarîyê bike dê xebatên we baştir bibe. Tunekirina afatan dive ku ne di îradeya însanan de be, lê belê kêmkirina afat û hezazan di destê me de ye."

"Êdî Tirkîye ne ew dewleta bi zext û senaryoyên ji derve teslîm bibe"

Serokomar Erdogan, axaftina xwe wiha dewam kir: "Em wek gel ne tenê li hember afatên semawî û jeolojîk dimîne. Di gel vana em di bin tehdîdên rêxistinên terorî yên aborî, sîyasî, civakî û qaotîk û di bin gelek tehdîdan de ye. Li deverame di heqê Sûrîye û Iraqê de hin proje û senaryoyên nû tên kirin. Ev eşkereye ku nigê vê projeyê yên di heqê welatê me de jî heye. Lê belê kesên van hesaban dikin nizanin êdî Tirkîye ne ew dewleta ji derve bi zext û senaryoyan teslîm bibe. Êdî ew Tirkîye li paş ma."

"Hakim miletê me ye û em jî tabiî biryara gelê xwe nin"

Serokomar Erdogan, di dawîya axavtina xwe de wiha got: "Em hilbijartina ji bo Tirkîye wek depokirina enerjî û bi hêz û bi quwetbûnê wek firsendekê nû dibînin. Gelê me çi biryarê bidin em jî wek her tim tabiî biryara gelê xwe ne. Xweşîya demokrasîyê ewe ku gelem me biryarê dide bê kîja karbidest xizmetê dike an nake li gor wê biryara xwe didin û karbidestên xwe li gor wê yekê hildibijêrin. Heger miletê me ji me re bibêjin 'dewam bikin' xizmetên me dê bi zêdehî dewam bike, emê bighêjin armancên xwe û emê berjewendîyên welatê xwe biparêzin. Lê belê heger îradeya miletê me bi awakî din tezahur bike, emê rûmetê bidin wê yekê ,aji xwe ew deynê hustê me ye. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir