Pêşnîyazîya hilbijartinê li TBMMê hat qebûlkirin
Pêşnîyazîya hilbijartina pêşwext ya ku tê xwestin di Mijdara 2019an de dê bê çêkirin di Komîsyona Destûra Bingehîn a TBMMê de hat qebûlkirin.
TBMMe di serokantîya Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman de civîya. Di komcivînê de ji bo hilbijartina parlementeran û ya serokomarîyê di 24ê Hezîrana 2018an de bê çêkirin danû û stendina fikr û ramanan hat kirin.
Piştî komcivînê parlamenteran ji bo hilbijartina pêşwext deng dan. Di encama dengdayînê de biryara hilbijartina pêşwext bi 386 dengan hat qebûlkirin. (ÎLKHA)