• DOLAR 32.572
  • EURO 34.935
  • ALTIN 2430.65
  • ...
Polêsan pîrekeke Misliman ji ber ku rûyê wê nixûmandî bû derb kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mîraîla Toulouseya Fransayê polêsan bi zext û zordarîyê xwestin rûyê pîrekek Misliman a nixûmandî bidin vekirin, ji ber vê yekê pîreka Misliman bertek nîşanî polêsan da. Polêsan pîreka Misliman a ku ji wan re bertek nîşan da razandin erdê û derb kirin.

Hat ragihandin bûyer di 15ê  Nîsanê de roja yekşemê  di dema kontrolkirina nasnameyê de pêk hat. Ji muameleya keyfî ya polêsan xortan bertek nîşanî wan dan û keviran êrîş birin li ser wan de. Ji ber berteka ku hat nîşandan polêsan pîreka Misliman kirin wesayîtekê û birin qereqolê.

Piştî ku dîmenên darbkirinê ya pîreka Misliman li medyaya civakî belav bû re  bûyerên ku destpêkirin zêdetir bûn û di xwepêşanên ku li Toulousê berdewam dikin de bi dehan wesayît hatin şewitandin û 18 les hatin binçavkirin.

Tê diyarkirin di wan rojên borî de li girtîgeha Seyssesa li başûrê Touloussê xortekî Misliman ji teref gardîyanan ve hat qetilkirin û hat îddîakirin ku xort întîhar kiriye. Li gor agahîyan sedema derketina xwepêşanên ku destpêkirin ev bûyer e.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir