Ji bo esnafên ku kêleka rê îşxal dikin hişyarî
Zabitayên Şaredarîya Yenîşehîra Diyarbekirê esnafên ku kêleka rê îşxal kirîye kontrol kir û hişyarî dan wan.
Ekîbên Zabitayên Şaredarîya Yenîşehîra Diyarbekirê li navenda navçeyê esnafên ku kêleka rê îşxal kirîye û ji bo welatîyan astengîya derdixe kontrol kir û hişyarî dan wan û îfade kirin ku heger ji niha û pêde wisa dewam bikin dê ciza bidin wan.
Midûrê Zabitayan îfade kir ku ji ber hin esnafên me kêleka rê îşxal kirine zarok, jin, îxtîyar û welatîyên me ên estegdar di çûyîn û hatinê de zehmetîyan dikşînin û îfade kir ku me esnafê xwe di vî warî de kontrol kir û hişyarî dan wan, heger ji niha û pêde wisa dewam bikin emê dest bi sepana ciza bikin.
Muxtarên taxan û welatîyan piştgirî dan sepana zabiteyan û xwestin ku esnaf rêyan îşxal nekin. Piştî kontrola Ekîbên Zabita kêlekên riyan hatin valakirin û ji bo welatîyan di warê çûyîn û hatinê de rehetî hat çêkirin. (ÎLKHA)