Qemyona penaberan qulibî: 2 mirî 101 birîndar
Li Horasana Erzeromê qamyona ku penaberan vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan 101 kes jî birîndar bûn.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Erzeromê ve hat destnîşankirin wesayîta penaberên ku bi şikleke dereqanînî ketine Tirkîyê, derdora seat 06.30an de dema ku ji Agirî dihat ber bi Erzeromê ve li Horasanê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan 101 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin penaberên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.(ÎLKHA)