• DOLAR 32.602
  • EURO 34.846
  • ALTIN 2498.144
  • ...
Li Erziromê qamyon qelibî: 1 mirî, 30 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Erziromê qamyona ku ji noqteya kontrolê ya cendirmeyan revîya ji kontrolê derket û qeza çêbû. Di qezaya qewimî de kesekî jiyana xwe ji dest da, 30 kes jî birîndar bûn.

Qeza vê sibehê li nizîkî gundê Aktaşa girêdaye Zêdkana navçeya Agirî ya ku li ser rêya Xoresana navçeya Erziromê qewimî.

Li gor agahiyên hatin wergirtin qamyona panamberên Afxan yên ku bi rêyên derqanûnû ketibûn Tirkîyeyê di qamyona bi plaqa 04 AF 996 hat xwestin ku ji teref cendermeyan ve bê sekinandin lê belê qamyon li nokteya kontrolê nesekinî û xwest ku bireve.  

Dema qamyon ji nokteya kontrolê revîya qelibî. 70ê kesên ku di dawîya qamyonê de bûn û di nav wan de zarok û pîrek jî henin pekîyan derdorê.

Piştî qezayê gelek ambolans, ekîbên AFADê û ekîbên agirkujîyê sewqî cîyê bûyerê hatin kirin. Di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birînda bûn. Kesên birîndar ji teref ambolansan ve hatin rakirin nexweşxaneyan.

Piştî qezayê ajovanê qamyonê ji cîyê bûyerê revîya. Ji bo ajovan bê girtin xebat dewam dikin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir