Li Dumayê êrîş li ekîba Neteweyên Yekbûyî hat kirin
Berîya lêkolîna ku dê ji teref Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî ve li Dumayê bê kirin êrîş li yekîneya Neteweyên Yekbûyî ya ku bo keşfê çû herêmê hat kirin.
Hat ragihandin li Dumaya nêzî Şamê êrîş li yekîneya Neteweyên Yekbûyî ya ku bo keşfê çû herêmê hat kirin.
Berîya lêkolîna ku dê ji teref Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî ve li Dumayê bê kirin, heyetek bo keşfê çû herêmê. Heyeta Neteweyên Yekbûyî ya ku bo keşfê çû herêmê êrîş lê hat kirin. Di êrîşa ku hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat û heyet vegerîya Şamê.
Dîrektorê Giştî yên KSYOyê Ahmet Uzumcu derbarê mijarê de diyar kir hêj nediyar e yekîneya lêkolînê kengî û bi çi awayî derbasî Dumayê bibe.(ÎLKHA)