Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind derbarê "hilbijartina pêşwext" de daxuyanî da
Sadî Guvenê Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind destnîşan kir ew ji îro pê ve dest bi amadehîyên hilbijartinan kirine.
Guvenê Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind derbarê hilbijartina pêşwext de daxuyanî da rojnamegeran.
Guven di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de diyar kir "Me ji îro pê ve dest bi amadehîyên hilbijartinan kir.Di warê xebitandina pêvejoyê de ji hêla Lijneya Hilbijartina Bilind ve mişkîle tuneye."(ÎLKHA)