• DOLAR 32.575
  • EURO 34.737
  • ALTIN 2527.51
  • ...
"Exlebeyê kesên ku ji lêpirsînên ewlehîyê derbas nabin tev însanên dîndar in"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di nava civakê de her ku diçe ji ber lêpirsînên ewlehîyê hejmara kesên ku tên mexdûrkirin zêde dibe. Parêzer Huseyîn Kurşun derbarê zêdebûna mexdûrîyetên ku ji ber lêpirsînên ewlehîyê derdikevin holê de destnîşan kir ew bi çend kesên ku ji ber vê yekê mexdûr bûne re derbarê mijarê de hevdîtin kiriye  û xalên van kesên ku ji lêpirsînên ewlehîyê derbas nabin dîndarbûn e.

 "Kesên ku ji lêpirsînên ewlehîyê derbas nabin tev însanên dîndar in"

Parêzer Kurşun di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir exlebeyê wan kesên ku di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de xwe berdana kolanan kesên dîndar bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber vê yekê dîn di nava civakê de xwedî wesfeke civandin û komkirinê heye. Cûdahîyeke 'dibe ku hûn dikarin dîndar bin, lê hûn ne terefdarên me ne' tê kirin ku ev yek xelet e. Ev yek di wan lêpirsînên ewlehîyê de bi xwe jî derdikeve holê. Lewra exlebeyê kesên ku ji lêpirsînên ewlehîyê derbas nabin tev însanên dîndar in. Ev sepana ku tê kirin heyama 28ê Sibatê tîne bîran."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir