Serokkomar Erdogan dê derbarê hilbijartina pêşwext de daxuyanî bide
Serokkomar Erdogan bi Serokê Giştî yê MHPê re derbarê "hilbijartina pêşwext" de hevdîtinek kir, ew ê piştî hevdîtinê derbarê mijarê de dê daxuyanîyek bê dayîn.
Hat ragihandin Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re li Kullîyeya Serokkomartîyê hevdîtinek kir.
Hevdîtina ku hat kirin nêzî nîv seatî berdewam kir. Li gor agahdarkirina ku ji teref Serokkomartîyê hatiye kirin ew ê Serokkomar Erdogan îro di seat 15.30an de derbarê mijarê de daxuyanîyekê bide.(ÎLKHA)