Biryara dirêjkirina OHALê hat dayîn
Di civîna ku di bin serokatîya Serokkomar Erdogan hat kirin de bo dirêjkirina OHALê biryara tewsîyê hat dayîn.
Doh Lijneya Ewlehîya Neteweyî di bin serokatîya Serokkomar Erdogan de li Kullîyeya Serokkomartîyê civîya. Civîn nêz seatek û 45 deqîqe berdewam kir.
Di encama civîna ku hat kirin de bo dirêjkirina rewşa derasayî biryara tewsîyê hat dayîn.(ÎLKHA)