• DOLAR 32.428
  • EURO 35.031
  • ALTIN 2325.97
  • ...
Serokê Şaradarîyê xwest ku "xwarina tazîyê rabe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaredarîya Semsûrê Fehmî Husrev Kûtlû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî xwest ku xelkê deverê dev ji dayîna nanê şînê berdin û di vê mijarê de kampanyayek da destpêkirin.

Kûtlû, îfade kir ku dayîna xwarina tazîyê ji bo xweyê şînê kulfeteke mezin û xwest ku"xwarina tazîyê rabe" û di vê mijarê de ji raya giştî alîkarî xwest. 

"Piştî mirî kesên li dû wî mane em nekujîn"

Kûtlû, di cîh da van agahîyan û wiha got: "Di çanda me da li cîyê şînê xwarin nayê çêkirin, cîranê xweyê şînê xwarinê çêdike û dibe mala tazî lê be. Niha xweyê tazîya dest bi dayîna xwarinê wek dawetan kirîye. Piştî kesê mirî yên mayî jî em nekujin. Bila şaredarî ji xweyî şînêre xwarinê bişîne. Bi destûra mêvanan noşîcan be."

Di sepana niha de Şaredarîya Semsûrê rojekê ji xweyî şînê re xwarinê dişîne. Lê belê di rojên din de xweyê tazîyê bi îmkanên xwe xwarinê ji mêvanan re datîne. Ev ji ji bo xweyî şînê di warê maddî û manewî de barekî girane.

Kûtlû, îfade kir û xwest ku di şûna veya de tenê ji bo xweyê şînê bila şaredarî rojê ji 50 kesan re xwarinê amade bike. Ev daxwaz li ser hesabê Şaredarîya Semsûrê yê Facebookê yê fermî wek anketekê hat destpêkirin û di vê mijarê de ji gel destek hat xwestin. Welatîyên beşdarî kampayayê bûn ji sedî 80 yê wan piştgirî dan kampanyayê. Kesên beşdarî kampanyayê bûn, ji sedî 20ê wan jî xwest ku xwarina tazîya wisa dewam bike. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir