Diyarbekir amadehîya bernameya mewlûdê dike
Li Diyarbekirê amadehîyên bernameya mewlûda bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" bi kelecaneke mezin berdewam dikin.
Ew ê di 22ê Nîsanê de li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya mewlûdê ya bi navê "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" bê tertîpkirin. Bo vê bernameya ku dê bê tertîpkirin li çar alîyên bajêr xebateke şêrîn û kelecan hat destpêkirin û bi temamê lezgînîya xwe berdewam dikin.
Dildarên platformê bo xelkê bajêr vexwenin bernamê pankart, afîş û birandayan bi çar alîyên bajêr ve didaleqînin. Her wisa dikan, kolan, pir, mînîbus û otobus bi bi afîş û pankartên ku li ser wan bo bernameya "Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Jiyana Wî" dawet hatin xemilandin.
Hat ragihandin ew ê di bergeha amadehîyên ku berdewam dikin de kitêba bi navê "Ji Hz. Pêxember 63 Ders Hedîsa Şerîf" bo her malekê bê belavkirin.
Cemîl Cahît Unsalê Koordînatorê Diyarbekirê yê Platforma Evîndarên Pêxember derbarê mijarê de destnîşan kir ji bernamê re çend rojên jimartî mane ku ji ber vê yekê xebat bi temamê lezgînîyên xwe tên domandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ê wek platformê vê yekşemê li Diyarbekirê bernameyekê tertîp bikin. Niha birayên me li qadê xebatên xwe didomînin bo bernamê. Bi dehan sazîyên civakî yên siwîl ên ku endam bûn û ne endam bûn destek dan bernamê. Di bergeha amadehîyan de li Diyarbekir digel kolan, bîllboard, kargeh, mînîb»sên navbajêr bi afîşan hatin xemilandin. Em ê bi wesîlê xelkê xwe yê ku evîndarê Pêxember in vexwenin bernamê."
Unsal di berdewama axavtina xwe de diyar kir xebatên wan ên amadehîya bernamê berdewam in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ew ê di bergeha amadehîyên ku berdewam dikin de kitêba bi navê "Ji Hz. Pêxember 63 Ders Hedîsa Şerîf" bo her malekê bê belavkirin.Înşaallah ew ê gelê me jê sûdê werbigre."(ÎLKHA)